Teknîk dîrektorê holendî yê Taxima Fûtbala Barselonaya Spanyayê îro Duşemiyê xebata xwe bi awayê fermî li Barselonayê bi encama yekem temrîna beriya destpêbûna pêşbirkan destpê kir.
Ji bo serdema Lîga Super a Fûtbala Tirkiyê vê êvarê li Rîvaya Stenbolê pişke hat kişandin. Di hefteya pêşî de derbiyek heye: Pêşbirka Trabzon û Beşîktaşê.
Rêveberiya nû ya Amed Sporê bi guherandina teknîk dîrektor dest bi kar kir. Klûbê ligel teknîk dîrektor "Aykan Atik" li hev kir.
Kongreya Awarte ya Taxima Fûtbalê ya Amed Sporê ji ber Vîrûsa Koronayê piştî bi paş ve xistinan îro li tesîsên wan ên li Seyrantepeyê li dar ket. Di kongreya ku yek lîste hat dengdan de "Vechettin Alsaç" ji bo serokatiyê hat hilbijartin.
Sara Şîrbêygî ji Taxima Fûtbala Xorasana Rezewî cîgeha "Xanima Gol" a Lîga Fûtsala Jinan a Îranê bi dest xist.
Li Ewropayê piştî Kupa Lîga Qehremanan, duyemîn Kupa mezin Kupa Lîga Ewropa ya UEFA'yê ye ku duh êvarê pêşbirka wê ya fînalê hebû. Tîma spanî Sêviya (Sevilla) tîma îtalî Inter bi 3-2 têk bir û carek din kupa bir mala xwe.
Dewra 19-an a Super Lîg fûtbola Îranê bi dawî bû û tîma bijarte ya hefteya siyem a Super Lîga Îranê hat diyar kirin.
Lîstikvanê "Manchester City" "David Silva" piştî 10 salan îsal ji klûbê vediqete. Ji bo keda van 10 salan Kilûpa Manchester City ya Inglîzê biryar da ku peykera lîstikvanê spanyolî çêbike.
Tîma almanî ya Borussia Dortmundê piştî 10 salan zerar eşkere kir.
"Kevin de Bruyne" bû Lîstikvanê salê di Lîga Sereke ya Fûtbala Inglîsê da.