Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê û Serokwezîrê Ermenistanê derbarê însiyatîva Têhranê jibo çareserkirina kêşeya Qerebaxê hevdîtin û gotûbêj kirin.
Hêzên Qerebaxê girtina çeteyekî ji Sûriyê ku li rex hêzên Komara Azerbêcanê şer dike, ragihand.
Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Bi şukra Xwedê tu xeterek dijî sînorên bakurê rojavaya welêt nîne û me amadetiyeke pirr baş jibo parastina sînoran û gelê me şerîf bi dest xistiye.
Rojnameya Arm Timesê ya Ermenistanê îro Îniyê nivîsî: Berdevkê Weareta Berevaniyê ya Ermenistanê careke din êrîşa mûşekî ya hêzên ermenî sser bajarê Berdeyê yê Komara Azerbaycanê derew zanî."
Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêkanîna agirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê pêgirî kir.
Hêzên parastinê yên Qerebaxê ragihand ku wan balafireke bêpîlot a dewleta Tirkiyê ji cureya Bayraktar xistiye xwarê.
Yekitiya Ewropayê (YE) nerazîbûna xwe li hemberî binpêkirina agirbestê li Qerebaxê nîşan da û bûyerên ku li herêma nakok rû didin bi nayê qebûlkirin wesifandin. Her wiha banga vegera li dan û standina kir.
Ermenistanê piştrast kir ku hêzên Komara Azerbêcanê topbarana navendên niştecihbûnê li Qerebaxê didomîne.
Fermandarê Bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di seredana sînorên bakûrê rojavayê Îranê da, asimanê Îranê wek hêla sor a bergiriya asimanî da zanîn.
Berdevkê serokomarê Rûsiyê di axaftinekê da nîgeraniya xwe ji dewama pevçûnan navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li navçeya Qerebaxê diyar kir.