Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Yemenê û berdevkê Ensarullah bersiv da îdiayên Amerîkayê ya derbarê rawestandina piştgiriya ji cengê Yemenê û tekez kir ku Yemenî dê bi axaftinên bi vî rengî neyên xapandin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku hikûmet û welatê wî pabendî peywirên xwe yên di çarçova Peymana Navokî de nemaye, niha soz dide ku bibe navbeynkarê dilpak di gotûbêjên Tehran û Waşîngtonê.
Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Amerîka dê piştevaniya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne û got: "Divê ev şer bi dawî bibe."
Tevgera Ensarullaha Yemenê pêşwazî li biryara Îtalyayê ya sekinandina firotina çekan ji hevpeymana Seûdî ya êrişker kir.
Berdevkê dewleta Îranê anî ziman ku vê gavê nexşerêyek danûstandinê digel Amerîkayê tune û got: Pencereya firsendê ne tenê jibo Amerîkayê belkî jibo endamên Ewropî yên Peymana Navokî jî pir kêm e.
Erebistana Siûdî di dewama destdirêjiya ser cihwarên jiyanê, di heyama 24 saetan da 13 caran navçeyên cûrbecûr ên parêzgeha Seide û Marebê dane ber êrîşên asimanî.
Çavkaniyên medyayî qala bihîstina dengê teqîneke giran li Riyazê kirin.
Çavkaniyên yemenî ragihandin ku destdirêjker û dagirkerên imaratî hema wisa talankirina çavkaniyên neftê yên Yemenê didomînin.
Wezîrê karên derve yê Siûdî di civîna hevpar a digel wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskoyê careke din êdiayên bêbingeh ên li dijî Îranê dubare kirin.
Komîteya Mafên Mirovan li Seniayê qala zêdebûna asta belengaziyê li Yemenê heta sedî 80ê kir.