Îran û Erebistan û Çînê di civîna lijneya hevpar a sêalî de, pêgirî ser rawestandina demlidest a operasyona leşkerî li Xezeyê û dabînkirina dewama alîkariyan bo sivîlan û dijayetiya li himber koçberkirina filistîniyan kirin.
Muhemed Ebdusselam Serokê Taxima Muzakireker a Sen'ayê qala hevdîtina digel nûnerê NY'yê li Karûbarên Yemenê li ser çend dosyeyan kir.
Kurtefîlma îranî ya bi navê Çente'yê (Çemedan) xelata Kurtefîlma Herî Baş a Festîvala Deryaya Sor li Erebistanê bi dest xist.
Di daxuyaniya dawiyê ya komcivîna serokên welatên erebî û îslamî li Riyazê li ser pêwîstiya şikandina dorpêça li dijî Xezeyê û derbasbûna karwanên hilgira alîkariyên mirovdostane bi awayekî lezgîn tekezî hat kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdana xwe ya Riyazê da li rex komcivîna serokên welatên îslamî digel Muhemed Bin Selman Welîehdê Erebistana Seûdî û Serokkomarê Misrê hevdîtin pêk anî.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro 11ê Mijdarê di Komcivîna awarte ya Saziya Hevkariya Îslamî derbarê Cenga Xezeyê li Riyaza Erebistanê 10 rêçare ji bo çareserkirina meseleya Filistînê raber kirin.
Bihaya niftê li bazarên cîhanê li pey biryara Erebstan û Rûsyayê ji bo dirêjkirina heyama kêmkirina raberkirina zêde ya niftê heta dawiya îsal, jorda çû.
Bayyozê ERebistanê li Îranê di yekim hevdîtina fermî ya piştî raberkirina belgeya erkdariya xwe li odeya bazirganiya Îranê amade bû, ragihand ku Konseya Bilind a bazirganên Îran û Eebistanê civînek li dar xist.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di Civîna Komîteya Cîbecîkar a Rêxistina Hevkariya Îslamî li Ceddeyê têkildarî bûyerên Zîvala Xezeyê got, "Pêwîst e ku rêberên Rejîma Siyonîst werin mehkemekirin."
Feysel Bin Ferhan Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê ku çûye New Yorkê di gotûbêja digel televîzyona dewleta xwe da got ku, "Tenha rêçareya meseleya Filistînê pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê ye."