Ji ber berdewamiya êrîşên mûşekî yên Ensarullah û têkçûnên Hevpeymaniya Siûdî li hemberî berxwedana Yemenê, Amerîka hebûna sîstema berevaniya esmanî Patriot li Erebistanê bê feyde dît û ew ji vî welatê derxist.
Serokwezîrê Iraqê bi armanca domandina şêwirînên tev rayedarên îranî îro dê were Têhranê.
Çavkaniyên medyayî qala dewama êrîşên asimanî yên Hevpeymaniya Siûdî li ser hin navçeyên bakur û navenda Yemenê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Gotûbêjên navbera Îran û Erebistanê li Bexdayê dewama gotûbêjên berê bûn û tu gotûbêja nû di navbera du welatan de çênebûye.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civîna îro ya welatên cîranên Iraqê li Lûtkeya Bexdayê weke civîneke girîng bi nav kir.
Çavkaniyên medyayî qala êrîşa bi dironan a artêşa Yemenê ser Xemîs Meşîta başûrê rojavayê Erebistanê kir.
Medyayên yemenî qala kuştina efserekî payebilind ê hevpeymaniya destdirêjker a siûdî di pevçûnên Marebê da kir.
Futbolîstê Almanî Max Kruse yê 33 salî ku niha bi tîma niştimanî ya Almanyayê re beşdarî di Olempîka Tokyoyê de kiriye, di weşaneke zindî de bi Kurdî pêşniyara zewacê li dergistiya xwe kir.
Terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser xaleke sînorî ya navbera Iraq û Erebistana Siûdî ya li navçeya Rutbe ya parêzgeha Enbarê û di encama êrîşê de 3 serbazên Iraqê hatin kuştin.
Kompaniya petrolê ya Aramkoya Eerebistanê hekbûna lêzanînên xwe ji aliyê Bacalavekê û belavbûna wan li nav înternetê piştrast kir.