Li parêzgeha Sada ya li bakurê Yemenê mayînek ku hikûmet întiqaliyî Yemen li ser riya kirêgirtiyên hevpeymaniya Siûdî danî bû teqiya û bû sedem 9 çekdaarên kirêgirtî bimrin.
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja Şemiyê li başûrê bajarê Maribê yê Yemenê bi operasyoneke nişka ve herî kêm 20 kirêgirtiyên siûdî kuştin.
Medyayan qala êrîşa li ser balefirgeha Ebhaya Erebistanê ji aliyê hêza mûşekî û dronan a Artêş û Komîteyên Yemenê û pêkhatina nakokiyê di geştên balefiran li vê balefirgehê kir.
Qasim E'recî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê got ku encam û destkefta gotûbêjên rayedarên îranî û erebistanî li Bexdayê dê bibe sebeba vekirina balyozxaneyên du welatan.
Balyozê Îranê li Bexdayê amaje bi pêşketina baş a gotûbêjên digel Riyazê kir û got: îradeya siyasî ya her du aliyan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de heye.
Çavkaniyên medyayî ji êrişên balafirên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî ser deverên curbicur ên Yemenê xeber dan.
Çavkaniyên yemenî ragihandin ku zêde ji 90 kirêgirtiyên Îmaratê di encama şikandina êrîşên çeteyên Îmaratê de li parêzgeha Şebwe hatine kuştin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bêyî berçavgirtina êrîşên heft salan ên hevpeymaniya Siûdî-Amerîkî ser Yemenê; Di daxuyaniya xwe de bersiva artêşa Yemenê li hember êrişên Erebistana Siûdî û Îmaratê şermezar kir.
Kanala El-Mesîra ya Yemenê îro Sêşemiyê ragihand ku balafirên şer ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî bi berfiretî êrişî parêzgeha Senayê ya Yemenê kirin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê hûrgiliyên êrişên mûşekî yên vê dawiyê yên vî welatî ser Îmarat û Erebistanê wek "Bahoza Yemenê 2" ragihand.