Rojnameyeke Yewnanistanê diyar kir ku Atîna û Enqere dê peywendiyên keşifkirinê ku piştî darbeya 2016`an li Tirkiyê hatibûn rawestandin, dewam bikin.
Li navçeya Kalecîka Enqerê paytexta Tirkiyê, bi hêza 4.5 rîşteran erdhej çêbû.
Bi vexwendina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Înad roja yekşemê gihaşt Enqerê.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên li Tirkiyê ye û diyarkir wî li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu têkildarî meselên pêwendîdarê du welatan bi taybet lihevkirina PDK’ê û Bexda ya li ser Şengalê axivîne.
Rêxistina Ewlehkariyê ya Yûnanê qala girtina du welatiyên xwe bi tawana veguhestina lêzanînên hestyar ên leşkerî bo Tirkiyê kir.
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias diyar kir ku dewleta Tirkiyê hewl dide ku bi rêyên şaş hegemonyaya Osmaniyan vegerîne.
Mîrê Qeterê çû Tirkiyê daku beşdarî şeşemîn civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Duha-Enqerê bibe.
Di encama hevkariya ewlehiyê navbera du dewletên Tirkiye û El-Ceayîrê, endamekî koma Fethullah Gulen li El-Cezayîrê piştê ku hat girtin, radestî Enqerê hat kirin.
Pêgiriya Tirkiyê li ser hebûna çekdarên vî welatî li navçeya Qerebaxê, bûye sebeba nakokiya vî welatî digel Rûsiyê
Endamê PEN'a Kurd nivîskar Nezîr Çakan ku di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin, hat girtin.