Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Amerîkayê bi şkesteke rezîlane terka Efxanistanê kir.
Serokê Amerîkayê ragihand; rewşa ewlehiyê ya Balafirgeha Kabulê gelekî metirsîdar e û di 24 heta 36 saetên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorî heye.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Komara Îslamî di her şert û mercî de alîgirê neteweya bindest û misilman a Efxanistanê ye û pêwendiyên me bi hikûmetan re girêdayî pêwendî û reftara wan bi Îranê re ye.
Destyarê Wezîrê karên derve yê Îranê qala amadetiya Têhranê jibo lidarxistina civîna welatên cînarê Efxanistanê kir.
Koma terorîst a DAIŞ'ê berpirsyariya teqînên xwekujî yên li Kabula paytexta Efxanistanê girte ser xwe.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir: “Ti tevgereke weke Talîbanê li Iraqê tune ye û hejmara serbazên hêzên Amerîkayê jî li Iraqê kêm e.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, Taliban razî bûye piştî 31ê Tebaxê jî rê bide Amerîkî, Efxan û welatiyên welatên sêyem ku ji Efxanistanê derkevin.
Tirkiyê ragihand ku erkên wan li Efxanistanê xilas bûne û dê hêzên xwe ji wî welatî vekişînin.
Serokê Konseya bilind a aştiya neteweyî ya Efxanistanê û Serokomarê berê yê vî welatî digel balyozê Îranê li Efxanistanê hevdîtin pêk anîn.