Çavkaniyênn iraqî ragihand ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li Dihoka Herêma Kurdistana vî welatî hatiye kuştin.
Di encama êrişa helîkopterên artêşa Tirkiyê bo ser gundekî sînorî yê parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê de, zeviyên çandiniyê yên vî gundî şewitîn.
Artêşa Tirkiyê êvara Çarşemiyê êrîşî ser gundekî Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Pêngava seranserî ya welatiyên Iraqê ya ji bo boykotkirina kelûpelên Tirkî li bazar û mollên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê didome. Beşek ji marketên Bexdayê jî broşor û pankartên ku li ser boykota malên Tirkî hatine ragihandin hilawistine.
Di yekem berteka li hember daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî de, Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ku naveroka daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî piştevaniya helwestên Iraqê dike.
Konseya Ewlekarî ya Netewên Yekgirtî (NY) îro Sêşemê di civîna xwe ya awarte de derbarê êrîşa topxanên Tirkîyê ser parêzgeha Dihokê li bakurê Îraqê ku di encamê de 9 sivîl hatin kuştin û zêde ji 30 sivîl jî birîndar bûn, ev êrîş şermezar kir.
Parlementoya Iraqê biryar da komisyonek hevbeş ji bo lêkolînê bişîne gundê Perexê ku dewleta Tirkiyê êrîşî ser wê kiribû û di endamê de çend welatiyên iraqî hatibûn kuştin.
Korbenda Cîhanî ya Hişyarbûna Îslamî bi şermezarkirina êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ser havîngeheke parêzgeha Dihokê li Herêma kurdistanê ya Iraqê û kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl, tekezî li ser rêzgirtina cîrantiya baş û yekparçetiya axa welatan kir.
Çavkaniyên iraqî êrişa sîberî li ser malpera Turkish Airlines (Rêhewayên Tirkiyê) ragihandin.
Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê êrîşa balefirên şer ên Tirkiyê bo ser parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê ragihandin.