-
Herêma Kurdistanê pêşwazî li sala nû kir
Çile 01, 2021 19:39Herêma Kurdistanê bi aheng û çalakiyên ciyawaz pêşwazî li sala 2021an kir. Ji ber belavbûna Coronayê ti ahengeke fermî birêve neçû, lêbelê beşek ji hemwelatiyan aheng saz kirin.
-
Artêşa Tirkiyê gundê Kîstê yê Dihokê topbaran kir
Kanûn 31, 2020 14:55Artêşa Tirkiyê ji baregehên xwe yên li ser sînor û li nava xaka Herêma Kurdistana Iraqê gundê Kîstê yê girêdayî Kanîmasî ya Dihokê, topbaran kir.
-
Sê welatiyên sivîl ên iraqî di êrîşa topxaneyî ya Tirkiyê da hatin kuştin
Kanûn 13, 2020 09:33Çavkaniyên iraqî qala candana 3 welatiyên sivîl di encama êrîşa topxaneya artêşa Tirkiyê li ser parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê kirin.
-
Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser gundên Herêma Kurdistanê kir
Kanûn 07, 2020 16:27Li pe êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihikê li Herêma Kurdistanê, elektrîka sê gundên vê navçeyê hat qutkirin.
-
Balafên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li bakura Iraqê bombebaran kirin
Kanûn 06, 2020 11:44Balafirên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li sînorê nehyeya Dêrelukê ser bi qezaya Amêdiyê ya Duhokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û bombebaran bû sedema tirsê di nav xelkê navçê de. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Gareyê 4 gerîlayên PKKê di encama êrişekê de canê xwe ji dest dane.
-
' Bi dehan karmend li zîndanên Herêma Kurdistanê li ber işkencekirinê ne '
Mijdar 07, 2020 17:34Serokê Fraksiyona Pêşerojê li Parlimana Iraqê ji Parliman û dewleta Iraqê xwest ku rê li ber dewama kiryarên dewleta Herêma Kurdistanê yên girtina kesên bêguneh li parêzgeha Duhokê bigirin.
-
Endamê payebilind ê Tevgera Goranê: Tirkiyê jibo şerê navxweyî kurdan han dide
Mijdar 05, 2020 15:13Endamekî payebilind ê Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistanê hişyarî da ku Tirkiye kurdan jibo şerê navxweyî dixe bin zextê.
-
Serokê Komîsiyona Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê: "Bawer nakim PKK û PDK bikevin şerê hevdu"
Mijdar 05, 2020 09:13Serokê Komîsiyona karên Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê berovajiya hin kesayetiyan ku dibêjin dê bi zûtirkê pevçûneke leşkerî navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biqeweime, destnîşan kir ku qewimîna şêrr muhtemel nîne.
-
Televîzyona K24: PKKê êrişî hêzên Pêşmerge kirin, kuştî û birîndar hene
Mijdar 04, 2020 15:44Televîziyona K24 ya ser bi PDKê dibêje li devera Çemankê ya bajarokê Amêdî yê Dihokê, hêzênên PKKê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
-
'Mesrûr Barzanî dewleta Herêma Kurdistanê kiriye rêxistineke serkutker"
Cotmeh 12, 2020 09:18Endameke Fraksiyona Nifşa Nû li Parlimana Iraqê, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku dewleta Herêmê veguherandine rêxistineke serkutker.