Çavkaniyên medyayî yên navneteweyî ragihandin ku Amerîkayê vê sibê cardinê êrişên yekalî li Yemenê pêk anîn.
Şêx Nebîl Qawûq Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê ragiahnd ku Berxwedan ji bo her kiryareke nişkêvayî ya Amerîkayê li Deryaya Sor amade ye.
Muhemed Bexîtî endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Eger Amerîka bikare hevalbendiya dijî Yemenê ava bike, dê hevalbendiya herî qirêj di dîrokê da be.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên vî welatî 2 gemiyên ku ber bi Filistîna dagirbûyî ve diçûn dene ber êrişan.
Navenda Bazirganiya Deryayî ya Inglîzê ragihand ku Hêza Deryayî ya Yemenê keştiyek hişyar kiriye ku rêgeha xwe ber bi Perava Yemenê biguherîne û ev keştî neçar bû ku rêgeha xwe biguherîne.
Li pey operasyona serkeftî û taybet a Artêşa Yemenê li dijî keştiyên Rejîma Siyonîst, medyayên vê rejîmê derbarê çend beranberbûna xerc û mesafeya bazirganiya deryayî ya Îsraîlê mukir hatine.
Niştecihên Parêzgeha Se'deyê li bakurê Yemenê, xwenîşandaneke berfireh bi nîşana piştevaniya ji gelê Filsitînê li dar xistin.
Wezîrê Berevanîyê yê Îranê bi gotina vêya ku Deryaya Sor navçeya Îranê tê hesab, got: Teqez ti kes li nikare li navçeya ku Îranê tê da serdest e, manovr bide.
Alîkarê wezîrê karên derve yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: Gemîvaniya li deryaya Sor ji bilî gemiyên Rejîma Siyonîst ji bo hemî welatan ewleh e.