Dewleta Tirkiyê di demên dawî de siyaseta guhertina demgorafiyê li Efrîna dagirkirî zêdetir kiriye, avahiyên mêtîngeriyê ava dike da ku malbatên çeteyan û yên ji derve lê bi cih bike.
Koma bi navê Ceyşul Nuxbeyê ya bin sîvana piştevaniya Tirkiyê makîneyên kolandinê ji bo kolandina şûnwarên kevnare anîne nêzikî şûnwara kevnare ya Nebî Hûrî li derdora Efrîna bakurê Sûriyê.
Nûnerê Sûriyê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Besam El Sebax ragihand; Tirkiye li jêr navê NATOyê li Sûriyê dagirkerî dike.
Hawar Newsê nivîsiye: "Bi armanca guhertina demografî û belavkirina tundrawiyê li herêmên dagirkirî, dewleta Tirkiyê komeleyeke çaçanî bi navê "Xêrxwaziyê" derbasî Serêkaniyê kir û navenek jê re vekir."
Li herêma kurdan a Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, projeyên avakirina malan ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde roj bi roj berferehtir dibin. Projeya guhertina demografiyê berdewam e.