Hikûmeta Tirkiyê û komên sûrî yên bin fermana wê bi armanca guhertina demografiya navçeyên bin dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê, 150 malbatên Uyxur li bajarê Kurdnişîn ê Serê Kaniyê bi cih kirine.
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê eşkere kir ku bi destê dewleta Tirkiyê û çeteyên li Efrînê 66 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 149 jin hatine revandin, 178 jin jî di îşkence û destdirêjiyê re derbas bûne.
Foruma Çandî ya Helebê pêşangeheke hunera şêwekariyê li dar xist. Gelek şêwekarên ji herêmê beşdarî pêşangehê bûne.
Çeteyên têrorîst ên ser bi Tirkiyê bi zora çekê, dûkanên welatiyan kontrol kirine û ewna kirine depoyên çekan.
Rewşenbîrên Efrînê bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê semînarek dan.
Navenda Belgekirina Binpêkirinên Mafan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku li Efrîn û li Girê Spî ya di bin kontrola komên paramîlîter ên Tirkiye piştevaniya wan dike de di nava 10 rojên destpêkê yên salê de 18 sivîl hatine revandin.
Nûnera gelê Edeneyê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiyê rayedarên vî welatî tawanbar kir ku jinên kurd ji Efrîna Sûriyê wek koleyên cinsî vediguhezînin Lîbyayê.
Gelek babet hatine ragihandin ku hin kes bi nexweşiya sivik çûne nexweşxaneyên Efrînê, lê meytên wan radestî malbatên wan hatine kirin, di halekî da ku organên bedena wan hatine diozzîn.
Saziyeke mafên mirovan li Sûriyê ragihand ku di heyama sê salan ji dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê va, zêde ji 600 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Çavkaniyekî ji herêmên dagirkirî, diyar kir ku Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyêr li Girê Spî 3 jinên ciwan revandin.