Pêla nû ya barîna berfê bandorê li herêmên kurdî yên Tirkiyê dike. Heta niha ji ber pêla nû ya berfê riyên 743 gund û mezrikên li van herêman hatine girtin. Ji ber barîna berfê berdewam dike jî tê çaverêkirin ku ew hêjmar zêdetir jî bibe.
Rewşenbîr û nivîskar Haydar Işik ku bi salan e li Almanyayê dijiya îro canê xwe ji dest da.
Gelê Dersimê anî ziman ku îqtidarê hilberînerî nehiştiye, roj fiyet biha dibin û nikarin debara xwe bikin.
Aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya, diyar kir ku li Dersimê herêmên li ber gel hatine "qedexekirin" ji bo nêçirvanan serbest in. Çetînkaya ku nêçirvanî wekî "cinayetê" pênase kir, destnîşan kir ku dê bi bertek û têkoşîna gel pêşî li ber nêçirvaniyê bê girtin.
Di şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de 4 kes hatin kuştin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku mafê Hevserokê berê yê Şaredariya Dersîmê Mehmet Ali Bul hatiye binpêkirin û Tirkiye bi 8 hezar Euro ceza kir.
Ji bo rakirina parêzbendiya 16 parlamenterên HDPê û DBPê 19 fezleke bo Serokayetiya Parlamenta Tirkiyê hatin şandin.
Şewatên daristanan ên li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê didomin. Li bajarên ku derveyî Çewlikê, mudaxaleya hewayî lê wan nayê kirin, welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê agirê li darîstanên parêzgeha Dêrsimê de ragihand ku şewata daristanan bi zanebûn hatiye destpêkirin û sedema ku nayên vemirandin ne kêmasiya teknîkî ye.
Li bajarê Dersimê yê kurdnişînli anatolya rojhilatê agir bi daristanan û goristanekê ket û piştî çend saetan ji hewildanê ew agir hat kontrolkirin