Li navçeya Şaxê Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye hilweşe. Gundiyan diyar kir ku heger dêr bê restorekirin dê gelek turîst bên herêmê.
Dêra Germûşê ya ermeniyan û derdora wê, bûye wargeha defînegeran. Desteya Wezîran Dêra germûşê wekî "navenda turîzmê" îlan kiribû.
Cemal Ogûzhan, diyar kir ku gundî kevirên Dêra Ergayn Inguzent Sûrp Harûtyûnê ku li navçeya Xozatê ye ji bo xaniyên xwe û dewletê jî ji bo dibistanan bi kar aniye û got, "Bi vî awayî mîrateyek hat xirabkirin."