Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, Xewna Siyonîstan a bidawîanîna Berxwedana Filistînê dê qet serê xwe negire.
Seyid Haşim Seyfeddîn Serokê Konseya Kargêr a Tevgera Hizbullaha Libnanê got, "Bereya Berxwedanê yê ti wextî têk neçe; Rêya Îmam Hisên (S) ber bi serkeftinê va ye."
Komên Berxwedana Iraqê ragihandin ku eger Rejîma Siyonîst êrîşî ser Libnanê bike, ew ê li kêleka Hizbullaha Libnanê şerê Îsraîlê bikin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî ragihandina hevdilî û hevgirtîbûna bi nerazîbûnên dijî siyonîstan ên xwendekarên zanîngehên Amerîkayê, ew wek pişkek ji Bereya Berxwedanê da zanîn.
Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê careke din bi xwefirran êrîşî ser bendera niftî ya Heyfayê li erdên dagirbûyî yên Filistînê kir.
Hevgavê qebûlnekirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst va, hêzên Bereya Berxwedanê êrîşên xwe yên berevaniyê li nav û derveyî Filistînê girantir kirine.
Parlimenterê Tevgera Hizbullaha Libnanê got, "Ne Rejîma Siyonîst belkî Bereya Berxwedanê dikare mercan kivş bike."
Sersekreterê Tevgera Nuceba ya Iraqê daxûyaniyek li ser dewama operasyona berxwedanê dijî pêgehên Amerîka û Rejîam Siyonîst weşand.
Cîgirê Serokê Konseya Kargêr a hizbulaha Lubnanê wek berteka li hemberî gefxwarina rejîma siyonîst a dijî lubnanê pêgirî kir ku êrişa berfireh ser Lubnanê dê jibo rejîma Siyonîst ne gelekî hêsan be.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê duh êvarê û vê sibê hin hink meqerên Amerîkayê li navçê dan ber êrişan.