Wezareta karên derve ya Ermenistanê ragihand kubiryara Bakûrê jibo lidarxistina meşqa şêrr a hevpar digel Enqerê, kiryareke bi gef e û rê li ber aştiyê digire.
Serokwezîrê Ermenistanê got: Tenha welatê ku hewil dida agirê şêrr navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê gurrtir bike, Tirkiye bû.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê rewşa li ser sînorê vî welatî digel Komara Azerbaycanê di heyamam şeva bihurî da tevî çend caran binpêkirina agirbesê ji aliyê hember va, aram da zanîn.
Rojnameya ermenî ya Arm Times'ê nivîsî: "Hêza hewayî ya Ermenistanê firokeyeke bêpîlot a din a israîlî ya Komara Azerbaycanê xistiye xwarê."
Hin çavkaniyan li bajarê dagîrkirî yê Efrîna Sûriyê ragihandin Rêxistina Istixbarata Tirkiyê (MIT) dil heye çekdarên tirkmen jibo şerê dijî Ermenistanê bişîne Komara Azerbaycanê.
Vardan Tûganiyan, Balyozê Ermenistanê li Moskovayê got ku Bakûyê beriya pevçûna digel Îrevanê "Raya giştî li Komara Azerbaycanê jibo şêrr amade kiribû".