Tîna Turkeman bîrkara bijare duyemîn jina îranî piştî Meryem Mîrzaxanî ye ku kariye bawernameya Doktoraya Bîrkariya Tekûz ji Zanîngeha Harvard'ê ya Amerîkayê bi dest bixe.
Lêkolereke Kîmyayê yê Îranê karî parzûna cidakera av û rûn bi teknolojiya Nano’yê çê bike; berhema ku bi awayekî berfireh di pêşeyên cûrbicûr ji wan li palîngeh, Petrokîmya û hêzgehan tê bkaranîn.
Neraziyên li hemberî guhertinên bigengeşe di Qanûna Malnişînbûnê li Fransayê ji hilgirtina Miqilk, Dist û feraqên metal hatin qedexekirin.
Gordexmeyên Sîrafê an jî Goristana Kevirîn a Sîrafê ji şûnwarên neteweyî yên Îranê li parêzgeha Bûşêhrê ye ku sala 1381ê ya Koça Hetawî bi hejmara 6502 hatiye tomarkirin.
Dareke gelekî stûr bi kevnatiya 5 hezar salî li Şîliyê hat keşfkirin.
Encamên rapirsînekê nîşan da, kesên herî kêfxweş li Amerîkayê girîngiyê didin baweriyên mezhebî û ‘Baweriya li Xwedê’ ji bo wan girîng e.
Li gorî encamên lêkolînan, Helîna qeşayên cemserê li Grînlendê û Cemsera Başûr bileztir bûye.
Serokê Lêkolîngeha Hewanasî û Zanistên Atmosferê ya Îranê qala damezirandina Navenda navneteweyî ya Lêkolînên Tep û Tozê li vê lêkolîngehê bi armanca amadetiya ji bo têkoşîna dijî diyardeya belavbûna tep û rozê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê ragihand ku ji destpêka Çileya 2023an va zêdetirî 40 hezar haletên tûşbûna Taya Dêngî’yê li Arjantînê hatine tomarkirin.
Zanyarên Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusetts’ê rêyeke berbiçav ji bo berovajîkirina Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê anku Alzeymirê (Alzheimer) keşf kirin.