Derbarê 19 temaşevanên pêşbirka di navbera Amedspor û Pendîksporê hatiye lîstin de ji ber di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûne ser piryan doz hate vekirin.
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê derket pêşberî temaşevanên xwe.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkere kir.
Di fînala dîlanên gelêrî de ku li bajarê Kutahya yê Tirkiyê hat lidarxistin da, tîmên ji bajarên Kurdistana Tirkiyê her sê pileyên yekem heta sêyem bi dest xistin, tîma Amedê bû yekem, tîma Dîlokê bû duyem û tîma Agiriyê jî bû sêyemîn.
Li Çermîka navçeya Amedê ya ku di turîzma termal û xwezayê da xwedî cihekî girîng e, "Kebabê parsûyan" yê bi îsotê herêmê yê tescilkirî va tê çêkirin, nexasim havîna ku îsot tên komkirin, ji hêla ziyaretvanan tê tercihkirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina leşkerekî wî welatî li navçeya operasyona Pence-Kilîd di nav sînorê Herêma Kurdistanê de ragihand. Baskê çekdarî yê PKKê, jî nasnama du şervanên xwe aşkere kir ku li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Li gundekî Karaza Amedê girek heye bi navê “Girê Filan” (Girê Filehan). Ev çar sal in li wî girî xebatên arkeolojiyê didomin. Ajansa dewletê ya Tirkiyê, AA’yê ragihandiye ku li gir 2 hezar û 687 berhemên dîrokî derxistine holê ku dîroka wan digihîje Berî Zayînê bi 7 hezar salî.
Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî ya Zarok Ma'yê ya Amedê bi dawî bû.
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."
Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Tirkiyê (DEDAŞ) elektrîka Amedspor a ku di Lîga 2emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ya Grûpa Spî de dilîze qut kir. Elektrîka