• Fûtbala Tirkiyê; Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

    Fûtbala Tirkiyê; Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

    Cotmeh 24, 2020 07:29

    Ji bo Dora 3'yemîn a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyê îro pişke hat kişandin. Tîmên bajarên kurdan Amed, Diyarbekir, Van û Cizre jî di nav de bûn û reqîbên wan diyar bûn.

  • Amed- Hevserokên HDPê hatin desteserkirin

    Amed- Hevserokên HDPê hatin desteserkirin

    Cotmeh 23, 2020 17:47

    Li Diyarbekirê (Amed) duh pêcşemê 22ê Cotmehê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Diyarbekirê û navçeya Bajarê Nû, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve operasyoneke hemwext hat kirin û hevserokê bajarê Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen û hevserokên HDPê yên navçeya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Qasim Kaya û Remziye Sizici hatin desteser kirin.

  • Dadgeha Amedê hilkolandina doza Tahîr Elçî dîsa paşda xist

    Dadgeha Amedê hilkolandina doza Tahîr Elçî dîsa paşda xist

    Cotmeh 21, 2020 23:01

    Dadgeha doza Tahîr Elçî, daxwaza redkirina dadwerê dadgehê ji bo Dadgeha Bilind şand û rûniştina dozê jî ji bo 3ê Adarê hat paşxistin.

  • Îro li dadgeha Amedê doza kuştina Tahîr Elçî birêve diçe

    Îro li dadgeha Amedê doza kuştina Tahîr Elçî birêve diçe

    Cotmeh 21, 2020 12:36

    Li dadgeha Amedê îro doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê  Tahîr Elçî birêve diçe. 3 polîs û kesekî din weke tometbarên kuştina Tahîr Elçî wê bêne darizandin.

  • Amed; Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand

    Amed; Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand

    Cotmeh 20, 2020 16:36

    Derhêner Elîf Yîgît derbarê belgefîlma xwe ya Heskîfê de diyar kir ku ji bo bîra civakî neyê jêbirin biryar daye ku belgefîlmeke wisa bikişîne û got: “Dema min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kir, Palmîraya ku DAÎŞ'ê ji holê rakir hat bîra min û bandoreke mezin li min kir.”

  • Danişîna doza Tahir Êlçî piştî 5 salan sibê dest pê dike

    Danişîna doza Tahir Êlçî piştî 5 salan sibê dest pê dike

    Cotmeh 20, 2020 15:08

    Piştî kuştina Tahir Êlçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Êlçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.”

  • Li Amedê operasyon: 354 malper hatin astengkirin

    Li Amedê operasyon: 354 malper hatin astengkirin

    Cotmeh 18, 2020 17:14

    Li parêzgeha Amedê ya kurdên Tirkiyê di operasyoneke çavdêriya civakî de bi hincetên cuda cuda 354 malper hatin astengkirin.

  •  Li Liceya Amedê wextê mehseran

    Li Liceya Amedê wextê mehseran

    Cotmeh 18, 2020 10:36

    Li navçeya Licê wextê ser mehseran dest pê kir. Şêniyên navçeyê dest bi çêkirina dims, benî û bastêqê kirine.

  •  Amed; Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin

    Amed; Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin

    Cotmeh 18, 2020 10:17

    Li Amedê Mala Dengbêjan a ji bo domandina dengbêjiya edebiyata devkî ya Kurdan bi destê Şaredariya Bajarê Mezin hatibû vekirin û di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (KOVÎD-19) da hatibû girtin dîsa hat vekirin û lê dengê dengbêjan olan dide.

  • Li Amedê ji bo nasandina muzîka Kurdî û cihên dîrokî konserên online tên lidarxistin

    Li Amedê ji bo nasandina muzîka Kurdî û cihên dîrokî konserên online tên lidarxistin

    Cotmeh 17, 2020 22:21

    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo nasandina muzîka kurdî û cih û warên dîrokî yên Amedê, li cih û warên navdar ên bajêr dest bi konserên online kir. Konsera kurdî li Şikeftên Hesûnê dest pê kir, lê heta Nîsana 2021'an dê li 10 cihên din ên dîrokî jî 9 konserên din bide. Muzîk, awaz û amûrên van konseran ji aliyê keç û xortên kurd ên di bin banê Ma Muzîkê de tên pêşkêşkirin. Eleqeya li hemberî van konserên online ji niha de gelek zêde ye.