Bernameya taybetî Oxiririna meytên Şehîdên Rêya Xizmetê ku roja Çarşemiyê 22ê Gulana 2024an bi awayê zindî hat belavkirin.
Kêliyên rêzgirtina desteya Herêma Kurdistana Iraqê pêkhatî j Nêçîrvan Barzanî Serok, Mesrûr Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Alîkarê Serokê vê herêmê li meytê Şehîd Reîsî û hevrêyên wî.
Meytê Şehîd Ayetullah "Seyid Îbrahîm Reîsî" Serokkomar û Şehîdên Xizmetê sibeha Çarşemiyê, 22ê Gulana 2024an, piştî nimêjkirina ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilabê ji Zanîngeha Tehranê heta Meydana Azadiyê hatin oxirkirin.
Rêûrisma oxirkirina meytên Şehîdên Rêya Xizmetê li Qumê di roja Sêşemiyê da ku bi awayê zindî ji Kanala Sehera Kurdî hatiye belavkirin.
Îro rayedarên derveyî di ast û pileyên cûrbicûr da bi amadebûna xwe li Tehranê, beşdarî rêûrisma rêzgirtina li meytên Şehîd Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî bûn.
Kurtevîdyoyek ji hevdîtina îro ya Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî; Paşîniyan hevxemîya gel û dewleta Ermenistanê ji ber şehîdbûna Serokkomar û hevrêyên wî ragihand.
Di vê vîdyoyê da kêliyên peydabûna parçeyên helîkoptera ketî ya hilgira Serokkomarê Şehîd û hevrêyên wî ji aliyê xwefirra îranî ya Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di sipêdeya Duşemiyê 20ê Gulana 2024an saet 05:15 da hatiye qeydkirin.