Rayedarekî "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" pêkneanîna rola xwe ji aliyê Rûsiyê va ku wek dewleteke garantor e û dayîna derfetê ji dewleta Tirkiyê re ku êrişên li ser herêmê pêk bîne, rexne kir.
Meytê Şehîd Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê li herema Hezreta Mesûmeyê (S) li Qumê hat tewafkirin.
Du rayedarên Parlimanî yên Rûsiyê bawer in ku terorkirina zanyarên navokî û berevaniyê yê Îranê kiryareke têrorîstî bûye ku bi armanca zêdekirina kêşeyan li navçeyê pêk hatiye.
Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê li ser dewama bersivdana bo êrîşên destdirêjkerên siûdî li vî welatî pêgirî kir.
Çavkaniyên nûçeyan qala kuştina 2 hêzên ewlehiyê yên Misirê ji aliyê kesên çekdar ên nenas va kirin.
Çavkaniyên nûçeyan berbanga Çarşemiyê qala êrîşa bi mûşekan a Rêjîma Siyonîst ser parêzgeha Rîfa Şamê ya Sûriyê kirin.
Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê destnîşan kir: Êrîşa mûşekî ya yemeniyan li ser kûrahiya axa Erebistanê vê peyamê digihîne ku hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî divê venihêrînekê di helwêstên xwe da pêk bîne.
Têrorîstên DAIŞê bi êrîşa ser erebeyek û kamiyonekê li şaristana Retbeyê ya parêzgeha Enbarê, sê welatiyên sivîl kuştin.
Berdevkê hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê qala êrîşa mûşekî li ser rawestgeha belavkirinê ya Kompaniya petrolê ya Aramkoyê (Aramco) li bajarê Cedeya Erebistanê kir.
Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê qala lêketina mûşekekê li hewşa vê balyozxaneyê li Kabula paytexta Efganistanê kir.