Erebistana Siûdî di dewama destdirêjiya ser cihwarên jiyanê, di heyama 24 saetan da 13 caran navçeyên cûrbecûr ên parêzgeha Seide û Marebê dane ber êrîşên asimanî.
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê Til Rifet da ber topên hawanan. Ji ber êrîşên wan 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûne.
Medyayên iraqî qala êrîşa li ser şeşemîn karwanê leşkerî yê Amerîkayê li rojavayê vî welatî kirin.
Êvara borî karwanekî hêzên hevpeymaniya amerîkî li rojavayê Bexdayê hat armanckirin û kesek birîndar bû.
Çavkaniyên medyayî qala mirina 9 hêzên artêşa Iraqê û birîndarbûna çend kesên din di encama êrîşên asimanî yên Amerîkayê li ser bakurê parêzgeha Babilê kirin.
Rêjîma Siyonîst rojhilatê du parêzgehên Refeh û Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê da ber bombeyan.
Li bakurê Idlibê, li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyêr hate xistin ku di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Şêx û rîspiyên eşîrên li Minbicê dagirkirina Dewleta Tirkiyê ya ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re red kir û got ku armanca Dewleta Tirkiyê zindîkirina împaratoriya Osmanî ya li herêmê ye.
Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst herêmên li rojhilatê Sûriyê kirin hedefa êriş û desdirêjiyên xwe.
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Girê Spî di çarçoveya pêngava "Teqez em ê bi serkevin" de çalakiyên werzîşê li navçeya Eyn Îsayê li dar xistin.