-
Girtina terorîstê herî metirsîdar ê DAIŞê li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê
Tîrmeh 03, 2022 18:45Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku piştî 7 salan şopandina terorîstê herî metirsîdar ê DAIŞê li ser sînorê parêzgeha Diyale û Herêma Kurdistana Iraqê girt.
-
Feysel Miqdad: Êrîşên Îsraîlê bê bersiv namînin
Tîrmeh 03, 2022 13:30Wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî şermezarkirina hewildanên rojavayî ji bo berfirehkirina xeleka teror û şêrr li hin deveran, hişyarî da Rejîma Siyonîst ku Sûriye dikare bersiva êrişên siyonîstan bide.
-
Li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê êrîşî malekê hat kirin
Hezîran 30, 2022 08:14Li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê dengên du teqînan li pey hev hatin bihîstin, ku dengê duyem mezin bû.
-
Parlamenterên Iraqê li hember bêdengiya Kazimî, li ser êrişên Tirkiyê îmze kom kirin
Hezîran 25, 2022 15:37Li dijî bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê ji hêla serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêngavek komkirina îmzeyan li parlemana Iraqê hate destpêkirin. Ji parlemanê jî hat xwestin der barê mijarê de civînek ne asayî li dar bixe.
-
Derbarê Êrişên Tirkiyê Parlamenterên Iraqê banga civîneke awarte dikin, PDK bi peymanên bi Enqerê re mijûl e
Hezîran 18, 2022 18:21Di demekê de ku bertekên aliyên iraqî li hember êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û axa Iraqê zêde dibin, PDK bi îmzekirina peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirkiyê re mijûl dibe.
-
Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir
Hezîran 18, 2022 08:30Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên bêmirov ên Artêşa Tirkiyê li Şingalê ku di encamê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û got, "Piştî lêpirsîn bi dawî bû, çi pêwîst be em ê bikin."
-
Daxuyaniya Parlemana Sûriyê li ser êrişên Tirkiyê ser bakur û rojhilatê Sûriyê
Hezîran 14, 2022 09:19Parlemana Sûriyê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê û herêmên kurdên vî welatî şermezar kir û ragihand ku armanca operasyonê, destwerdana "ne rewa" û vejandina "xeyalên" herêmeke ewle û guhertina demografiyê ye.
-
Bi mûşekan êrîşî ser bazgeha leşkerî ya Tirkiyê li Başîkayê kirin
Hezîran 10, 2022 11:54Li Başîkayê ya bakurê Iraqê bi 4 mûşekên Grad 122 êrişî ser bazgeha leşkerî ya Tirkiyê kirin.
-
Balafireke bêmirov taxa Meyselon a Qamişloyê bombebaran kir
Hezîran 09, 2022 17:31Balafireke bêmirov a dewleta Tirkiyê avahiyek li taxa Meyselon a Qamişloyê bombebaran kir.
-
Komeleya Elewiyan a Hubyar Sultanê li Stenbolê kete ber êrîşeke çekdarî
Hezîran 09, 2022 09:07Hate ragihandin ku li navçeya Okmeydani ya Stenbolê ya Tirkiyê li dijî Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultanê êrîşeke çekdarî pêk hat.