Li bajarê Efrînê yê kurdên Sûriyê ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine û piraniya kurdên wê neçarkirine koç bikin, meha borî herî kêm 44 sivîl ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine revandin.
Li gundewarên Idlib, Hema û Helebê şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de dewam dike.
Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve gundê Girkê Zêra li rojhilatê Qamişlo kirin armanc.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) aşkere dike, dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dîsa bi giranî êrişî ser Eyn Îsayê kirin ku di encamê de 7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de derdora bajarokê Til Rifetê û gundê Til Cîcan ê kantona Şehbayê û gundê Til Cemîl ê bakurê Helebê topbaran dikin.
Li bajarê Serê Kanî yê bakurê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye teqînek çêbû û li gor zanyariyan di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok bûn.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê dewrûberên Eyn Îsa topbaran kirine û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.
Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hemberî êrişên dijwar ên dewleta Tirkiyê yên li dijî bajarê xwe li ber xwe dan. Ev êriş jiyana şêniyan serûbinî hev kir. Şahidên êrişan gotin: Dewleta Tirkiyê hovantirîn sûc pêk anîn.
Çavkaniyan eşkere kir ku dewleta Tirkiyê û Amerîkayê li ser derxistina çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirkiyê ew şandine Lîbyayê li hev kirin.
Êrîş û dagirkeriya Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ya li ser axa bakurê Sûriyê berdewam dike