• Li Helebçeyê yekemîn Festîvala Hinaran destpê kir

    Li Helebçeyê yekemîn Festîvala Hinaran destpê kir

    Cotmeh 30, 2020 11:09

    Li parêzgeha Helebçeyê 5’emîn Festîvala Hinaran dest pê kir û tê payîn 3 rojan dewam bike. Nêzî 500 cotyar tevî berhemên xwe tevlî festîvalê bûn.

  • Bakûrê Sûriyê; Li Şehbayê dê Mîhrîcana Çand, Huner û Werzîşê pêk bê

    Bakûrê Sûriyê; Li Şehbayê dê Mîhrîcana Çand, Huner û Werzîşê pêk bê

    Cotmeh 16, 2020 11:29

    Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê îro Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê li dar bixe. Li Herêma Şehbayê ev cara yekemîn e ku mîhrîcaneke çandî li dar dikeve.

  • Li Hesekê pêşangeha çand û folklore pêkhateyan

    Li Hesekê pêşangeha çand û folklore pêkhateyan

    Cotmeh 11, 2020 22:52

    Li Hesekê pêşangeha cil û berg û amûrên folklorî yên pêkhateyên herêmê hate vekirin. Her wiha şanoyeke li ser“Şeva Hineyê” hate pêşkêşkirin.

  • Li Şehbayê şevbêrka

    Li Şehbayê şevbêrka "Çanda Efrînê zindî ye"

    Cotmeh 04, 2020 08:59

    Tevgera Çand û Hunerê bi dirûşmeya "Çanda Efrînê zindî ye", şevbêrkeke çandî li ser çand û kevneşopiya Efrînê li kampa Serdemê ya Herêma Şehbayê li dar xist.

  • Şanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da şanoyeke bi kurdî

    Şanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da şanoyeke bi kurdî

    Îlon 24, 2020 10:27

    Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bernameya xwe ya demsala nû eşkere kir. Şanoyên Bajêr îsal ji ber pandemiyê ango şewba Covid-19'ê biryar daye ku piştgiriyê bide şanoyên taybet. Li gorî vê biryarê wê di Cotmehê de 10 jê yên zarokan li ser hev wê 50 lîstikên şanoyê li salonên Şanoyên Bajêr werin nîşandan.

  • Sûriye - Di roja sêyan a Mihrîcana Lêlûnê de mijar fîlmên berxwedanê bûn

    Sûriye - Di roja sêyan a Mihrîcana Lêlûnê de mijar fîlmên berxwedanê bûn

    Îlon 24, 2020 08:55

    Di roja sêyemîn a Mihrîcana Lêlûn a Navneteweyî de ya ku li kampên "Berxwedan" û "Serdem" ya Herêma Şehbayê li dar dikeve, gelek fîlmên li ser 'azadî', 'berxwedan' û diyardeyên ku mirovahî pêk tîne hatin pêşandan.

  •  Tora Ziman û Çanda Kurdî: ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’

    Tora Ziman û Çanda Kurdî: ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’

    Îlon 16, 2020 12:56

    Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî "Bawer Berşev", derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexê ya Wanê de diyar kir ku hikumet bi riya qeyuman dixwaze hesasiyeta kurdî ya di dilê gel de têk bibe û ev titş got: “Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin.”

  • Zimanê Kurmancî, dengbêjî û Kemançe wî dike muzîkologê kurdî

    Zimanê Kurmancî, dengbêjî û Kemançe wî dike muzîkologê kurdî

    Îlon 02, 2020 12:05

    Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakirê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (Kemançeyê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser Kemançeyê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka Kemançeyê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurdî ew aniye vê astê.

  • Sûriye - Tevgera wêjeyî li Reqayê ji nû ve geş dibe

    Sûriye - Tevgera wêjeyî li Reqayê ji nû ve geş dibe

    Îlon 02, 2020 09:17

    Tevgera wêjeyî li bajarê Reqayê di gelek qonaxên pêşketin û îmhakirinê re derbas bû û mîrasekî çandî ji bajêr û şêniyên wê re hişt. Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi gelek çalakiyên wêjeyî û çandî, hewl dide vê tevgerê ji nû ve geş bike.

  • Kedkarên şanoyê:

    Kedkarên şanoyê: "Dewlet dixwaze em tune bibin"

    Tebax 20, 2020 15:37

    Kedkarên şanoyê anîn ziman ku ji ber pandemiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Şanogeran, anîn ziman ku dewlet dengê wan nabihîse û gotin: "Dewlet dixwaze em tune bibin."