2 endamên DAIŞ’ê li Hesekê ِhatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353457-2_endamên_daiŞ’ê_li_hesekê_ِhatin_kuştin
Şaneyeke endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê êrişî ser baregeheke HSD`ê li başûrê Hesekê kirin ku di encama bersivdayîna hêzên HSD`ê de 2 endamên wê şaneyê hatin kuştin.
(last modified 2025-02-19T11:16:40+00:00 )
Sibat 19, 2025 12:43 Asia/Tehran
  • 2 endamên DAIŞ’ê li Hesekê ِhatin kuştin

Şaneyeke endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê êrişî ser baregeheke HSD`ê li başûrê Hesekê kirin ku di encama bersivdayîna hêzên HSD`ê de 2 endamên wê şaneyê hatin kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxuyaniyekê ragihandin, şaneyeke  koma terorîs a DAIŞ`ê  êrişî ser  yek ji  baregehên wan li başûrê  Hesekê  kirin ku di encama bersivdayîna hêzên HSD`ê  bo vê êrişê, 2 endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Di vê daxuyaniyê de  hatiye: Endamên DAIŞ’ê hewl didan bikevin navendeke me ya leşkerî ya li başûrê Hesekê, lê hêzên me liv û tevgerên wan ên bi guman şopandin û piştî  pevçûneke  çend sietî  2 endamên van terorîstan hatin kuştin.