Kanûn 07, 2024 18:56 Asia/Tehran
  • Bombebarankirina cebilxaneyên terorîstan li Idlibê

Balafirên şer ên Sûriyê cebilxaneyên têrorîstan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Sûriyê ragihandin: Balafirên şer ên Sûriyê cebilxaneyên têrorîstan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ragihand: Ew nûçeyên ku komên terorîst ên çekdar bi rêya torên civakî û medyayên xwe bi armanca pêkanîna  tirs û xofê di nava welatiyên derdora  Şamê de belav dikin, derew in.

Vê çavkaniya leşkerî got: Nûçeyên derbarê paşvekişyana hêzên me yên çekdar li derdora Şamê bêbingeh in.

Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên sûrî tevî redkirina derbasbûna komên çekdar bo nav devera El-Qerîtînê li başûr-rojhilatê Humsê, nûçeyên derbarê rawestandina geştên esmanî li firokexaneya Şamê bêbingeh dan zanîn.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê derbasbûna komên çekdar bo navçeya El-Qerîtînê  li başûrê rojhilatê Humsê red kir.

Ji aliyê din ve, SANA Newsê  ji zarê serokê  şîrketa  balefiran a  Sûriyê ragihand: Firokexaneya navdewletî ya Şamê bi hemû şiyana xwe  xebata  xwe berdewam dike  û tiştên ku hin medyayan derbarê rawestandina xebata wê ragehandine bêbingeh e.

Serokê şîrketa balefiran a Sûriyê got: Balafir li firokexaneyê  ser erdê rûdinên  û ji vê firokexaneyê radibin û  diçin dervey welêt û rewş asayî ye.

Serepeyv