Vegera zêdetirî 2 hezar û 500 penaberên ji Urdunê bo Sûriyê di 7 mehan de
Tebax 27, 2023 18:19 Asia/Tehran
Komîseriya Bilind a Penaberan a NY ragihand ku di 7 mehên buhurî de zêdetirî 2 hezar û 500 penaberên Sûriyê ji Urdinê vegeriyane welatê xwe.
Li gor rapora Ammonê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) roja Yekşemiyêê ragihand ku di 7 mehên destpêka îsal de 2 hezar û 582 penaberên Sûriyê ji Urdinê vegeriyane welatê xwe.
Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefdî pêştir teqez kiribû ku divê demlidest rewşê bo vegera xwebexş a penaberên Sûriyê bo welatê xwe amade bikin