Tebax 24, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • Rewşa bi qeyran a awareyan li bakur û rojhilata Sûriyê

Zêrevanê Mafên Mirovan ragihand ku penaberên şer ên li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê di rewşeke qeyranî de û bêyî îmkanatên pêwîst dijîn.

 

Zêrevanê Mafên Mirovan di raportekê de ragihand ku bi dehan hezar penaber li kampên penaberan de ne û alîkariyên navdewletî negihiştine van kampan û rewşa jiyana penaberên li van kampan,  bi rastî nalebar e. 

Adam Kugel, Rêveberê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Zêrevanê Mafên Mirovan jî derbarê rewşa kampên penaberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha got:

4 sal li ser koçberiya  bi sedan hezar kesî piştî  êrîşên dewleta Tirk ser bajar û bajarokên Sûriyê re derbas dibin, lê  ev penaber hîna jî  ji ber kêmbûna alîkariyê di rewşeke aloz de ne.

Wî got ku hatina penaberan ji bo kampên bakurê rojhilatê Sûriyeyê hîna jî dewam dike û hewcetiya van kampan zêdetir bi alîkariyên mirovî heye.

 

Serepeyv