Welatiyekî sûrî bi gulleyê dagirkerên amerîkî hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i341893-welatiyekî_sûrî_bi_gulleyê_dagirkerên_amerîkî_hat_kuştin
Leşkerên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê welatiyekî vî welatî kuştin û çend kesên din birîndar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2023 12:25 Asia/Tehran
  • Welatiyekî sûrî bi gulleyê dagirkerên amerîkî hat kuştin

Leşkerên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê welatiyekî vî welatî kuştin û çend kesên din birîndar kirin.

Leşkerên amerîkî û mîlîtanên kurd ên HSD'yê îro 9Yekşemî) gulle berdan ser niştcihên Hesekeyê li bakurê rojhilatê Sûriyê. Li gorî vê raporê, di vê êrîşê da welatiyekî sivîl ê sûrî hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Amerîkayê di deh salan şerê dijî Sûriyê da bi behaneya têkoşîna dijî terorîzm û DAIŞ'ê pişta mîlîtanên cudatîxwaz li vî welatî girtiye û navçeyên niftzêm ên Sûriyê dagir kirine.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi caran ragihandiye ku Amerîka bi dewama hebûna neqanûnî ya hêzên xwe li hn beşên axa Sûriyê li bakurê rojhilatê vî welatî û her wiha navçeya Tenfê li başûr, talankirina nift û genim û çavkaniyên din ên bingehîn û serwet û samanên neteweyî yên gelê Sûriyê didomîne.