Êrîşa topxaneyî û roketî ya Tirkiyê ser cihwarên jiyanê li derdora Helebê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334932-Êrîşa_topxaneyî_û_roketî_ya_tirkiyê_ser_cihwarên_jiyanê_li_derdora_helebê
Hêzên Tirkiyê û komên girêdayî bi wê êrîşa topxaneyî û roketî birin ser cihwarên jiyanê li derdora Helebê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2022 10:12 Asia/Tehran
  • Êrîşa topxaneyî û roketî ya Tirkiyê ser cihwarên jiyanê li derdora Helebê

Hêzên Tirkiyê û komên girêdayî bi wê êrîşa topxaneyî û roketî birin ser cihwarên jiyanê li derdora Helebê.

Li gorî rapora SANA Newsê, Leşkerên Tirkiyê derdora gundê Til Qerahê, cihwarên jiyanê li navçeya Dêyr Cemalê li Ezazê û navçeya Til Refetê li bakûrê Helebê dan ber êrîşên topxaneû roketan.

Li gorî vê raporê, ev êrîşa Tirkiyê bûye sebeba wêrankirina mal û heyîtiyên niştecihên vê navçeyê.

Êrîşên topxaneyî yên artêşa Tirkiyê û komên terorîst ên bin piştevaniya Enqereyê di halekî da girantir bûne ku Receb Teyib Erdoxan dawiya Gulanê ragihand ku bi zûtî operasiyonekê ji bo pêkanîna navçeya qaşo ewleh di kûrahiya 30 kîlomitriya axa Sûriyê dest pê bike.