Niştecihên Helebê: Enqere hema wisa pişta komên terorîst li Sûriyê digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334560-niştecihên_helebê_enqere_hema_wisa_pişta_komên_terorîst_li_sûriyê_digire
Hejmareke zêde ya niştecihên parêzgeha Heleba Sûriyê planên rejîma Tirkiyê ji bo destdirêjiya nû ya leşkerî li ser axa Sûriyê û avakirina navçeya qaşo ewleh şermezar kirin û tekez kirin, ev pêngav di çarçoveya dewama piştevaniya rejîma Tirkiyê ji komên terorîst e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2022 08:48 Asia/Tehran
  • Niştecihên Helebê: Enqere hema wisa pişta komên terorîst li Sûriyê digire

Hejmareke zêde ya niştecihên parêzgeha Heleba Sûriyê planên rejîma Tirkiyê ji bo destdirêjiya nû ya leşkerî li ser axa Sûriyê û avakirina navçeya qaşo ewleh şermezar kirin û tekez kirin, ev pêngav di çarçoveya dewama piştevaniya rejîma Tirkiyê ji komên terorîst e.

Li gorî rapora SANA Newsê, Welatiyên Helebê ragihand, êrîşên komên terorîst ên bin sîvana piştevaniya rejîma Tirkiyê dê wan ji sekinîna li kêleka artêşa Sûriyê û azadkirina tam a axa vî welatî nehêle.

Wan her wiha ragihand, rejîma Tirkiyê dijminê gelê Sûriyê ye û hebûna leşkerên vî welatî li axa Sûriyê neqanûnî û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Şêniyên Helebê tekez kir: Pêngavên rejîma Tirkiyê li navçeyên dagirkirî bi armanca betalkirina zimanê erebî di pergala perwerdehiyê da û siyaseta tirkîkirinê pêk tên, nîşana zêdexwaziyên istîmarî ne.

Li gorî gotina şêniyên Helebê, êrîşên rojane yên komên terorîst ên bin sîvana Tirkiyê li ser welatiyên sivîl bi armanca tirsandin û awarekirina wan ji cihwarê xwe û dagirkirina navçeyê ji bo avakirina navçeya qaşo ewleh pêk tên.