Gotûbêja Serokwezîrên Iraq û Sûrîyê bi mêhwerîyeta çavkanîyên avê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332297-gotûbêja_serokwezîrên_iraq_û_sûrîyê_bi_mêhwerîyeta_çavkanîyên_avê
Serokwezîrên Sûrîye û Iraqê pêgirî ser domandina hevahengîya hevpar jibo garantîkirina kontrolkirin û sûdwergirtina maqûl ji çavkanîyên avê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2022 06:33 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Serokwezîrên Iraq û Sûrîyê bi mêhwerîyeta çavkanîyên avê

Serokwezîrên Sûrîye û Iraqê pêgirî ser domandina hevahengîya hevpar jibo garantîkirina kontrolkirin û sûdwergirtina maqûl ji çavkanîyên avê kirin.

Hisên Ernûs û Mistefa Kazimî di axavtineke telefonî da pêgirî li ser domandina hevahengîya hevpar jibo garantîkirina kontrolkirin û sûdwergirtina maqûl ji çavkanîyên avê kirin û xwestin ku mafên Sûrîye û Iraqê li gor peyman û qanûnên navnetewî ji ber pirsgirêkên di warê avê da bên vejîyandin.

Serokwezîrên Sûrîye û Iraqê herwiha rêyên xurtkirina hevkarîya dualî di warên aborî nemaze di çiqên cotkarî, pîşeyî û xizmetguzarîyê û berfirekirina ticaretê hilkolandin.

Hevkarîya di pişka ênêrjîyê da bi sûdwergirtina ji çavkanî, binesazî û sermayeguzarîya misoger di rewşa bêistiqrar a bazarên ênêrjîyê li cîhanê ji mêhwerên din ên gotûbêja Ernûs û Kazimî bûn.