Bareke din a çekên Amerîkayê derbasî Sûriyê hat kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332110-bareke_din_a_çekên_amerîkayê_derbasî_sûriyê_hat_kirin
Karwanekî din ê artêşa Amerîkayê sînorê Iraqê derbas kir û derbasî baregehên vî welatî li Sûriyê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Bareke din a çekên Amerîkayê derbasî Sûriyê hat kirin

Karwanekî din ê artêşa Amerîkayê sînorê Iraqê derbas kir û derbasî baregehên vî welatî li Sûriyê bû.

Karwanekî din ê lojestîkî yê artêşa Amerîkayê îro bi derbasbûna ji sînorê Iraqê çek û alavên leşkerî birin baregehên vî welatî li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Vî karwanê pêkhatî ji 23 kamiyonên hilgira cûreyên çek, alav û melzemeyan derbasgeha El-Welîdê derbas kir û berê xwe da parêzgeha Hesekeyê.

Çavkaniyên leşkerî ji SANA Newsê ra got ku derbasbûna vî karwanê leşkerî ji bo tesbîtkirina hebûn û berfirehkirina baregehên amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê û bi armanca dizîna petrola Sûriyê pêk tê.