Rûsyayê daxwaz ji Tirkiyê kir ava parêzgeha Hesekê ya Sûriyê berde
Tîrmeh 09, 2021 11:33 Asia/Tehran
Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ragihand; welatê wî ligel Enqerê mijara berdana avê ji bo deverên bakur û rojhilatê Sûriyê axiviye.
Di çarçoveya karên 16emîn gera danûstandinên Astanayê de ku li bajarê Nûrsultana paytexta Qazaxistanê birêve çû, Aleksandr Lavrentyev ragihand; ligel Enqerê behsa mijara bêaviya deverên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine.
Aleksandr Lavrentyev diyar kir: “Zêdetirî milyonek welatiyên li parêzgeha Hesekê rûbirûyî pirsgirêka avê bûne û ev jî erkê Tirkiyê ye ku gavek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê biavêje.”
Lavrentyev destnîşan kir ku rehenda mirovî ya vê mijarê heye û girêdayî jiyana çar milyon mirovan e li sînorê parêzgehên Heleb û Hesekê.