May 23, 2021 12:40 Asia/Tehran
  • Li Çiyayê Kurdan ê Laziqiya Sûriyê şerekî dijwar derket

Li Çiyayê Kurdan ê li Laziqiyê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar û terorîst yên ku Tirkiye jê piştgiriyê dike de şer derket. Hevdem Hêzên hikûmetê çeper û meqerên terorîstan li gund û bajarokên Idlibê mûşekbaran kirin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê 7 gund û bajarok li navçeya agirbesta Putin-Erdogan li başûrê Idlibê ku çeper û meqerên komên çekda û terorîst li wir in mûşekbaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên hikûmeta Sûriyê bajrokên Kinesferre, Fetîr, Filêfil û Bînîn li başûrê Idlibê û gundên Qilîdîn û Enkawî li Deşta Xabê ya Hemayê mûşekbaran kirin.

Li gor zanyariyan hevdem li gel wê mûşekbaranê, li çeperê Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar û terorîst de şer û pevçûnên dijwar derketin û heta niha derbarê ziyanên herdu aliyan de daxuyanî an zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ev 3 sal in, hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştîvaniya firokeyên Rûsyayê pêgehên grûpên çekdar û terorîst yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê bombebran dikin.

Li aliyê din roja 21ê vê mehê jî, hêzên hikûmetê pêgehên terorîst û komên çekdar li heman bajarok û gundan yên li başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê bordûman kiribûn.

Bajarê Idlibê di destê grûpên terorîst û çekdar de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Artêşa Sûriyê berî niha bo ser wî bajarî ku hejmareke zêde ya grûpên terorîst û çekdar lê bicih bûne, operasyon dabû destpêkirin lê di encama rêkeftina agirbestê ya di navbera Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ew operasyon rawestiyabû.

Serepeyv