Serdana neqanûnî ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bo Idliba Sûriyê
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bêyî destûra hukûmeta Sûriyê carek din bi kiryarek provokatîf çû bakurê parêzgeha Idlibê û deverên ku artêşa tirk ew der dagir kirine .
Li gorî ajansa nûçan a Tesnîm, ev serdana çaremîn a neqanûnî û destdirêjkerane ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu li van salên dwiyê ye ku bêyî destûra hukûmeta Sûriyê cih tîne.
Li gorî şirove û analîza pisporên siyasî û leşkerî, Tirkiye hewl dide hebûna xwe ya leşkerî, aborî û ç andî li deverên sûrî yên dagirkirî ji wan li parêzgeha Idlibê xurt bike û dil nîne dev ji vê parêzgehê û deverên din ên dagirkirî berde.
Vê gavê, baregehên leşkerî û çeperên çavdêriyê yên artêşa Tirk li Idlibê pir zêde bûne û sala borî, karwanên mezin ên çekên giran û nîv-giran ji sînorên başûrê Tirkiyê derbasî bajêr bûn.
Êrişa arteşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriye ji hêla gel û hukûmeta Sûriyê ve û her weha ji hêla civaka navneteweyî ve hatiye şermezarkirin.