Adar 20, 2021 09:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê çend deverên di destê artêşa Sûriyê de bordûman kirin

Artêşa Tirkiyê ku gelek dever li Sûriyê dagir kirine, çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kirin.

Piştî ku çend mûşek li bajarê Kilîsê yê Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê ketibûn xwarê, Tirkiyê çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kir û hêzên artêşa tirk li deverên sînorî û deverên dagirkirî di nav axa Sûriyê xist amadetiyê.

Herwiha hikûmeta Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kir ku biryara agirbestê were cîbicîkirin û êdî rê neyê dayîn ku bûyerên bi vî rengî dubare bibin.

Di Adara sala borî de, Enqere û Moskow li ser agirbesta li parêzgeha Idlibê ya li bakûrê rojavayê Sûriyê li hev kiribûn, ev jî piştî êrîşeke artêşa Sûriyê bû ku di encama êrîşê de 36 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin.

Hîn derbarê xisar û kuştî û birîndarên van êrişan ti nûçeyek belav nebûye.

Serepeyv