Sibat 27, 2021 22:39 Asia/Tehran
  • Çeteyên dewleta Tirkiyê li Idlibê êrîşî serbazên Sûriyê kirin

Şeva borî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi piştgiriya artêşa vî welatî li deşta Xabê li başûrê Idlibê û bakurê Hemayê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirine.

Li gor ajansên xwecihî, di êrîşê de hejmarek serbazên Sûrî hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyan, êrîş li ser pêgeh û navendên hêzên hikûmeta Sûriyê li nêzîk gundê Sermaniyê li deşta Xabê hatiye encamdan.

Hêzên hikûmeta Sûriyê û çete û terorîstên girêdayî Artêşa Tirkiyê ku navê opozisyona Sûrî lê kirine li ser xêza rûbirûbûnê li başûrê Idlibê, bi taybet li mihwerê Cebel el-Zawiye, ji demkê ve di rewşa amadetiyê de ne.

Çavkaniyên ser bi çeteyan îdia dikin ku hêzên hikûmeta Sûriyê xwe ji bo êrîşeke berfireh bo ser navçeyê amade dikin.

Li aliyê din balafirên şer ên Rûsyayê jî gelek êrişên esmanî li navçeyên Kabana yên Çiyayê Kurmênc pêk anîn. Li aliyek din, hêzên Hihûûmeta Sûriyê çeperên li Sedd Al-Shughar û Al-Sukariyyah li gundewarê rojavayê Idlib topbaran kirin. Der barê kuştî û birîndaran de heta niha ti agahî nehat dayîn.

Serepeyv