SOHR: Sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû
Kanûn 18, 2020 03:44 Asia/Tehran
SOHR, ragihand ku sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku kerwanekî hêzên artêşa Tirkiyê ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye di deriyê sînor ê Keferlosîn re derbasî Idlibê bû.
SOHR diyar kir ku kerwan ji derdora 30 maşîneyên ku amûrên leşkerî û lojîstîk bar kiribûn ber bi nuqteyeke xwe ya li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ve çû.
Ji destpêka ragihandina agirbesta nû heya niha 7 hezar û 640 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.