Kanûn 13, 2020 13:53 Asia/Tehran
  • 12ê Kanûnê - Daneyên dawîn ên pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa koronayê 2 kesên din mirine û 80 kes pê ketine.

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa îro 44 mêr û 36 jin bi vîrusê ketine.

Her wiha Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 6 nexweşên din baş bûne.

Tevî daneyên îro hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 7 hezar û 448 nexweşan. Ji wan 227 nexweş mirine û hezar û 72 nexweş jî baş bûne.

Serepeyv