Li Idlibê 15 terorîstên Heyet Tahrîr El Şam ku 6 ji wan fermande bûn hatin kuştin
Li Rojavayê Idlibê êrîşeke ya bi dronan (balafirên bêpîlot) li ser terorîstên Heyet Tahrîr El Şam (Bereya El-Nusre) ya ser bi El-Qayidê ku di civînê de bûn pêk hat.
Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê li gundê Cakara ya herêma Selkîn a Rojavayê Idlibê “civîna terorîstan” bû armanca êrîşa dronan.
Di êrîşa bi dronan ya ku nehat zanîn bê ka ayîdê kîjan hêzê ye, 6 ji wan fermande bi giştî 15 çete hatin kuştin.
Di malpera Rewnagehê de di nûçeya ku ji zarê hin çavkaniyan hatiye gotin ku dron ayîdê Koalîsyona Navnetewî ne.
Li gorî hin çavkaniyan jî di êrîşê de tevî çeteyên Heyet Tahrîr El Şam, çeteyên Tugaya Çeçen jî hatine armanckirin. Heya niha kesî êrîş negirtî ser xwe. Encax pêkhatina wê êrîşê piştî ku li Fransayê serê Mamoste Samûel Paty ji aliyê kesekî Çeçenî ve hat birîn û qetilkirin, balê dikişîne.