Tebax 30, 2020 22:36 Asia/Tehran
  • Li Idlibî êrişî xaleke serbazî ya Tirkiyê kirin

Li gor zanyariyan di encama êrişekê de li parêzgeha Idlibê 9 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.

Li gor medya Tirkiyê bi wesayîteke bombebarkirî êrişek li dijî xaleke kontrolê ya leşkerên Tirkiyê pêk hat.

Heman çavkaniyan ragihandine, wesayîteke ji corê pîkap li xaleke kontrolê ya serbazên Tirkiyê li bajarokê Furayqah hat teqandin.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, pêşiyê ji wê wesayîta ku serbazên Tirkiyê hewl didan rawestînin teqe hatiye kirin û piştre hatiye teqandin.

Li gor zanyariyan di wê teqînê de ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi encamdana wê hatiye tohmetbarkirin, 9 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.

Dewleta Tirkiyê bi heceta şerê li dijî terorê gelek deverên wek parêzgeha Idlibê dagir kiriye û li wir komên terorîst bi cih kirine. Ev dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û çeteyên wê rastî şermezarkirinê ji aliyê dewleta Sûriyê û gelek welat û saziyên din hatiye.

Serepeyv