Tebax 23, 2020 10:32 Asia/Tehran
  •  Şerq El-Ewsat: Êrişên asmanî yên Rûsyayê nêzî sînorên Tirkiyê

Rojnama Şerq El-Ewsat ya Londonê derbarê geşedanên li herêma Idlibê de wiha nivîsî: "Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên asmanî li gundewarên bakur ên Idlibê pêk anîn ku nêzî sînorên Tirkiyê yê li herêma Hatayê ye. Di heman demê de Tirkiyê leşkerên xwe li parêzgeha bakurê rojavayê Sûriyê zêde kirin.

Li gor nivîsîn rojnama Şerq El-Ewsat, Balafirên Rûsyayê zêdetirî 20 êrişan pêk anîn, li derdora bajarokê Meret El-Nûman û gundê Behr El-Şêx û derdora Herbenûşê ku kampên Tehrîr El-Şam, her wiha kampên penaberan li wir hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî diyar kir ku hêzên Sûriyê pêgehên neyarên Sûriyê li gund û bajarokên Kensefra, Sifûhin, Elbara û Elmoza ên Cebel El-Zawiye li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha herêmên Sehl Elxab a bakurê rojavayê Hemayê jî ketin ber van topbaranan. Hêzên neyarên Sûriyê (yên wek koma terorîst a) Tehrîr El-Şam jî  herêmên sivîl tê de yên di bin destên hikûmetê de topbaran kirin.

Serepeyv