Tebax 10, 2020 21:12 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê li 'Çiyayê Kurdan' baregeha leşkerî ava dike

Artêşa Tirkiyê li ser girê stratejîk ê El-reqîmê li nêzikî 'Çiyayê Kurdan' li bakurê Laziqiyê baregeha leşkerî ava dike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî agahiyên bidesthatî ji çavkaniyên xwecihî, li pey pevçûnên giran ên vê dawiyê navbera hêzên artêşa Sûriyê digel hêzên dijberê dewleta navendî li derdora 'Çiyayê Kurdan' (Cebel ul-Ekrad) li bakurê Laziqiyê, hêzên çekdar ên Tirkiyê li ser girê stratejîk ê Reqîmê li navçeya Hedadê û li nêzikî 'Çiyayê Kurdan' baregeha leşkerî ava dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Ehwal Newsê, Hêzên çekdar ên Tirkiyê şandina çek û alavên giran jibo avakirina vê baregeha leşkerî destpê kirine.

Heke ev baregeh were avakirin, dê yekem nuqteya leşkerî ya Tirkiyê be ku di bereya pêşîn a hêzên Artêşa Sûriyê were damezirandin.

Hêjayî gotinê ye ku pevçûnên li bakurê Laziqiyê û başûrê Idlibê ji 1ê Tebaxa 2020î va gurr bûne û bi dehan kes ji hêzên artêşa Sûriyê û mîlîtanên dijberê dewleta navendî di van pevçûnan da hatine kuştin an birîndar bûne.

 

 

Serepeyv