Amara nû ya kuştî û birîndarên ji ber teqîna li Serê Kaniyê: 8 kuştî û 19 birîndar
Tîrmeh 26, 2020 16:25 Asia/Tehran
Di encama teqîna motorsiklêta bombebarkirî ya li Serê Kaniyê de 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Serêkaniyê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, 8 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.
23’ê Tîrmehê jî bi wesayîteke bombebarkirî li vî bajarî ku Tirkiyê û çeteyên wê ew dagîr kirine êrîşek pêk hatibû.