Tîrmeh 18, 2020 14:14 Asia/Tehran
  • El-Erebiye:

Rojnameya El-Erebiyê tevî amajeya bi şandina berfireh a çek û alavên leşkerî ji aliyê Tirkiye û Sûriyê va bo Idlibê, qala ihtimala rûbirûbûna leşkerî ya van du welatan li Idlibê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Rojnameya El-Erebiyê tevî amajeya bi dawîn guhertinên li Idlibê û tevgerên artêşa Sûriyê û Artêşa Tirkiyê li navçeyê nivîsî: "Şandina çekan ji her du aliyên sûrî û tirk bo Idlibê zêde bûye. Li gorî agahiyên bidestketî ji çavkaniyên nêzikî dijberên sûrî, artêşa Sûriyê û hêzên Rûsiyê bi berçavgirtina vê mijarê ku bi zûtirkê dê şerek li Idlibê biqewime, xwe amade kirine û bi awayekî berfireh çek û hêzan ber bi Idlibê va bi rê dikin."

Serepeyv