Tîrmeh 13, 2020 14:02 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanê:

Mezlûm Kobanê derbarê îdiayên sûdwergirtina leşkerî ji zarokan di Hêzên Sûriya Dêlmokratîk (HSD) got ku heke îdiayeke wiha were selimandin, divê ev zarok radestî malbatên wan bên kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê PeyamaKurd'ê, Mezlûm Kobanî (Mezlûm Ebdî), Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) tevî amajeya bi îdiayên hilêxistî derbarê sûdwergirtina çekdarî ji zarokan di HSDê da got: " Heke îdiayên hilêxistî derbarê hebûna leşkerên kêmtemen di nava HSD'ê (QSD) da bên selimandin, dê ev zarok ji yekîneyên leşkerî bên istandin û radestî malbatên wan bên kiirn. Her wiha heke îdiayeke wiha were selimandin, kesên ku ev kesên kêmtemen wergirtine jî dê bên cezakirin. HSDê ti bernameyek jibo wergirtina leşkeran ji kesên bin temenê 18 salî tune."