Tîrmeh 12, 2020 14:08 Asia/Tehran
  • SOHR: Êrîşa li hember binkeyê Rûsyayê hat têkşikandin

Hat ragihandin ku şeva borî hejmarek balafirên bêmirov hewil dane êrîşî baregeha Hemeymim a Rûsyayê ku li Lazqiye ye bikin ku bi moşekên parastina asmanî bersiva wan hatiye dayîn.

Li gorî ragihandina Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) pergalên parasatina asmanî ya Sûriyê bersiva êrîşan daye.

Televizyona Ekhbariya ragihandiye ku dengê teqînan ji bajarê Cebla hatiya bihîstin.

Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku dengê teqînan ji baregeha Hemeymim a Rûsî hatiye û pergalên parastinê bersiva balafirên bêmirov dane.